Li Edirneyê di hefteyekê de 3 hezar û 899 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Edirneyê di nav hefteyeke dawîn da 3 hezar û 899 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Edirneyê di hefteyekê de 3 hezar û 899 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Edirneyê di nav hefteyeke dawîn da 3 hezar û 899 koçberên bêdestûr hatin girtin.

Di çarçoveya têkoşîna koçberan da hejmara koçberên ku tên girtin zêde dibe. Ekîben cendirme di têketina bajêr da kontrolên xwe didomînin û polêsê Edirneyê jî li navenda bajêr bê navber kontrolan dikin.

Hefteya borî li tevahiya bajêr 3 hezar û 899 koçberên bêdestûr hatin girtin. Piraniya koçberan ji Efxanistan û Pakistanê ne.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku hêzên hidûd ên Yewnanistanê di mehên dawîn da berevajiyê Peymana Cenevreyê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Peymana Dijayetiya Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî koçberên bêdestûr ser Çemê Merîçê ra paşve dişînin Tirkiyeyê.

Koçberên bêdestûr ên tên girtin, piştî kontrola tenduristiyê teslîmî Îdareya Koça Bajêr dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Tebax 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE