Li Edliyeya Ankarayê ji bo Tahîr Elçî daxuyaniya çapemeniyê

Komek parêzerên endamên Baroya Enqereyê ji bo Tahîr Elçiyê ku Serokê Baroya Diyarbekirê bû û 3 sal berê di êrîşa terorê da hatibû kuştin bi munasebeta salvegera mirina wî li edliyeyê daxuyanî dan...

Li Edliyeya Ankarayê ji bo Tahîr Elçî daxuyaniya çapemeniyê

Komek parêzerên endamên Baroya Enqereyê ji bo Tahîr Elçiyê ku Serokê Baroya Diyarbekirê bû û 3 sal berê di êrîşa terorê da hatibû kuştin bi munasebeta salvegera mirina wî li edliyeyê daxuyanî dan

Endamên koma Parêzerên Nûjen ên Azadîxwaz li ber derê edliyeyê kom bûn bi munasebeta salvegera 3yemîn a mirina Elçî pankarta li serê "Em te ji bîr nakin" vekirin û xwestin daxuyaniyê bidin.

Polêsan li pêş edliyeyê tewdîrên ewlehiyê hildan û bi hinceta bêyî destûr e ji bo daxuyaniyê destûr nedan. Parêzaran jî li ser tevgera hêzên ewlehiyê bertek nîşan dan, bi çepik û drûşmeyan va ew protesto kirin.

Hêzên ewlehiyê ji parêzeran xwest ku bila belav bibin lê digel hişyariyê kom belav nebû û hêzên ewlehiyê jî mudaxeleyî komê kir.

 Kesên di nav komê da li ser mudaxeleyê ketin avahiya edliyeyê.

Parêzer li pêş şaxa Baroya Enqereyê ya di hundirê avahiya edliyeyê da daxuyanî dan û Tahîr Elçî bi bîr anîn.

Parêzerên ku bertek nîşanî helwesta hêzên ewlehiyê jî dan paşê ji pêş şaxê veqetiyan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE