Li Edremitê muzeya şerê Çanakkaleyê vebû

Şaredariyê muzeya malzemeyên Şerê Çanakkaleyê vekir...

Li Edremitê muzeya şerê Çanakkaleyê vebû

Serfiraziya şerê Çanakkaleyê çawa hat bidestxistin. Bersiva vê pirsê 8 sal in li seranserê welêt bi muzeya şerê çanakkaleyê digere. Muzeya şerê Çanakkaleyê bi alîkariya Şaredarya Edremîtê li wanê hat vekirin. Zarok û xelkê wanê elqeqyeke mezin nîşanî muzeyê didin.

Cil û bergên eskeran, sol û şikal, tiving û bi hezaran malzemeyên din…

Muzeya Şerê Çanakaleyê beriya 8 salan hat avakirin û ji roja ewil ve li seranserê welêt digere.

Muze herî dawî bi hevkariya Şaredariya Edremîta Wanê ji bo xelkê Wanê hat vekirin.

Muzeya ku li Salona Sporê ya bi navê Nur Atarê hat vekirin dê çîrok û serfiraziya Şerê Çanakkaleyê nîşan bide.

Koordînatorê Muzeya Çanakkaleyê Cengiz Türükaslan:Ev xizmet beriya 8 salan dest pê kir. Em li hemû navçe, bajarok û bajaran digerin û muzeyê datînin. Em tenê dibêjin bila salonek hebe ku em muzeyê bicih bikin. Bi vî awayî em dixwazin ku kesên derfet û îmkana wan a çûyîna Çanakkaleyê tune ne, em serborî û serfiraziya Şerê Çanakkaleyê nîşanî wan bidin.

Muze li Edremîtê dê 15 rojan vekirî bimîne û piştî Edremîtê wê li Tetwan, Agirî, Erdîşê jî were danîn.

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2018, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE