Li Edremitê perwerde û tetbîqata AFAD’ê

Piştî perwerde û tetbîqatê merasîma sertifîkayê hat lidarxistin

Li Edremitê perwerde û tetbîqata AFAD’ê

Li Edremita Vanê piştî perwerdeya teorîk tetbîqatek hat lidarxistin. 18 tîmên lêgerîn û xelaskirinê di tetbîqatê de huner û zanîna xwe bi awayekî baş nîşan dan. Piştî tetbîqatê li tîmên lêgerîn û xelaskirinê sertifîka hatin belavkirin.

Midûriyeta Rêveberiya Afet û Rewşa Awarte ya Vanê AFADê xebatên xwe yên perwerdeyê didomîne.

Midûriyet him perwerdeyiya teorîk dide, him jî tetbîqatan li dar dixe.

Herî dawî li Edremita Vanê tetbîqateke lêgerîn û xelaskirinê hat lidarxistin.

18 kes tevlî tetbîqatê bûn.

Her 18 kesan di tetbîqatê de huner û zanîna xwe nîşan da.

Piştî tetbîqatê 18 kesan sertîfîkayên xwe yên AFAD’ê standin. Êdî ew jî bûn tîmên lêgerîn û xelaskirinê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE