Li Edîrneyê mînîbusa koçberan qelibî

Li Edîrneyê mînîbusa koçberên bêdestûr tê da bûn qelibî û 16 kes birîndar bûn

Li Edîrneyê mînîbusa koçberan qelibî

Li Lalapaşaya navçeya Edîrneyê mînîbusa ku koçberên bêdestûr dibir qelibî û 16 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan nêzî gundê Taşlimusellîmê mînîbusa bi plakeya 34 EKD 628 di rê da ji kontrola şofêr derket û di nav zeviyê da qelibî. Di qezayê da yek jê şofêr 16 kesên birîndar bûn birin nexweşxaneyên li bajêr û hat gotin ku ji koçberên bêdestûr rewşa yekî giran e.

Li gor agahiyên ji îfadeya koçberên bêdestûr ên birîndar hat hildan koçber ji Stenbolê bi armanca derbasî Bulgaristanê bibin derketine rê û zêdetirî 30 kesî bûn.

Hat îdiakirin ku koçberên bêdestûr ên di qezayê da birîndar nebûbûn jî ji cihê bûyerê dûr ketine.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE