Li bajarê çandinî, zevî û berheman, li efrînê cotkaran dest bi berhevkirina genim kir. Bîçer ketin nav zeviyan û ji hezaran donim zeviyan genim tê berhevkirin.
Efrîn wek bajarê çandiniyê tê zanîn û bi hezaran donim erazî tê çandin.
Bi hatina havînê demsala berhevkirina genim jî dest pê kir.
Bîçer ketin nav zeviyan û genimê zêrîn berhev dikin.
Lê îsal berhevkirina genim ji ber şert û mercên sirûştê hinek derneg ma.
Ev yek jî bû sedem ku bihayê kîloya genim zêdetir bû û zirar da cotkaran.
Berê bihayê kîloyek genim 90 lîreyê Sûriyeyê bû lê niha gihîşt 130 lîreyî.