Li Efrînê dibistan vebûn; zarokan bi kelecaneke mezin dest bi dersan kir. îsal li bajêr hejmara xwendekaran 5 hezar zêde bû.
Li Efrînê jî ji bo xwendekaran betlaneya havînê qediya.
Bi hezaran xwendekarî, bi kelecaneke mezin berê xwe da dibistana xwe.
Rayedar dibêjin; li bajêr li gorî par hejmara xwendekaran 5 hezar zêde bûye.
Zarokên ku dersên wan bi zimanê Erebî ne; dersên zimanê Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî jî dibînin.