Li Efrînê rewşa penaberan

Ji bo penaberan li gelek deran kon tên vedan

Li Efrînê rewşa penaberan

Li ser êrîşên Rejîma Esed welatiyên Sûriyeyê ji îdlibê koç dikin û xwe dispêrin cî û warên bi ewle. Heta niha ji îdlibê nêzî 900 hezar kes hatin ber sînorê Turkiyeyê. Wek 120 hezar kes jî hatin Efrînê. Ji bo penaberan li ber fabrîkaya zeytûnan konbajar hat danîn.

Hêzên rejîma Esed êrîş dike û gelê Sûriyeyê direvin xwe dispêrin cî û warên bi ewle.

Qadên operasyonên Mertala Firadê, Efrîn û Kaniya Aştiyê ji bo wan cî û warên ewle û aram in.

Heta niha nêzî 900 hezar penaber hatin ber sînorê Turkiyeyê.

120 hezar penaber jî çûn Efrîn.

Ji bo wan li her derê kon tên vedan.

Li Efrînê jî li ser riya Racoyê, li ber fabrîkaya zaytûnan konbajarek wek 180 konî hat avakirin.

Li navenda Efrînê heta niha 54 hezar û 480 malbat hatin bicîkirin.

Van xebatan AFAD û Heyva Sor a Turkiyeyê bi dil û can dike.

Gelê penaber dixwazin ku cîhan pişt bide hewlên Turkiyeyê da ku ew jî bi dilekî rihet vegerin gund û bajarên xwe.

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2020, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE