Li Efrînê niha aramî û hizûr heye. Cotkarên efrînî bi nêzîkbûna biharê rahiştin meqesên xwe û dest bi kesaxê kirin.
Her sal di biharê de ji bo hilberîneke baş dar û ber tên kesaxtin.
Li Efrînê jî piştî aştî û aramiyê heyama kesaxtinê dest pê kir.
Li cihên nizm ên Efrînê jî berf heliya û hewa germ bû, daran kulîlk vekir.
Bi biharê re cotkarên Efrînî rahiştin meqeseên xwe û dest bi kesaxtina bax û bexçeyan kirin.
Ew dixwazin bila şer biqede rê vebin ku fekî û berhêmên xwe bi rehetî bifroşin.