Li Efxanistanê di du hefteyên dawîn da 121 sivîl hatin kuştin

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Tariq Aryen di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê da diyar kir ku Taliban bi êrîşên xwe yên dijî sivîlan va sûcê dijî mirovahiyê dike ku ev yek hem dijî dîn û hem jî dijî mirovahiyê ye.

Li Efxanistanê di du hefteyên dawîn da 121 sivîl hatin kuştin

Hat ragihandin ku li Efxanistanê di du hefteyên dawîn da di êrîşên milîtanên Talibanê da 121 sivîl hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Tariq Aryen di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê da diyar kir ku Taliban bi êrîşên xwe yên dijî sivîlan va sûcê dijî mirovahiyê dike ku ev yek hem dijî dîn û hem jî dijî mirovahiyê ye.

Aryen diyar kir ku di du hefteyên dawîn da di êrîşên milîtanên Talibanê da 121 sivîl hatin kuştin û 336 sivîl jî birîndar bûn.

Aryen her wiha ragihand ku herî zêde kes li Kandahar, Baglan, Nangarhar û Logarê hatin kuştin.

Ji Talibanê hê li ser mijarê daxuyanî nehat dayîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE