Li Nangarhara wîlayeta Efxanistanê di êrîşa bi bombeyê hat kirin da Melîk Haşîm Hemhardê ji serokê eşîrekê hat kuştin.
Ferîd Xanê Berdevkê Midûriyeta Ewlekariya Nangarharê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku Melîk Haşîm Hemhardê ji serokên eşîran li Celalabada navenda Nangarharê rastî êrîşa bi bombe hat.
Xan destnîşan kir ku Hemhard di êrîşê da hat kuştin, sivîlek jî birîndar bû.
Hê tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.
Îro şeveqê jî di êrîşa li Helmanda wîlayeta li başûr da dozgerek û parastvanê wî hatibûn kuştin.
Di van demên dawîn da li welêt hewlên sûîqestê zêde bûn, di hedefê da rojnamevan, çalakvan, alim, karmendên dewletê û hêzên ewlakariyê hene.
Hikûmeta Efxanistanê Talîbanê wekî berpirsyarê êrîşê dibîne lêbelê Talîban dibêje ku eleqeya wan bi êrîşan tune.AA