Li Efxanistanê dijî merasima bîranînê ku serokên siyasî jî beşdar bûbûn êrîş hat kirin

Nasrat Rehîmiyê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Efxanistanê destnîşan kir di êrîşa li Musallaya herêma paytext Kabulê di merasima bîranînê da ku ji bona salvegera mirina Ebdul Elî Mezariyê pêşengê berê yê Hazarayiyan dihat lidarxistin hat kirin 18 sivîl birîndar bûn.

Li Efxanistanê dijî merasima bîranînê ku serokên siyasî jî beşdar bûbûn êrîş hat kirin

Li Kabula paytextê Efxanistanê dijî merasima bîranînê ya ku serokên siyasî jî beşdar bûn bi çek û moşekan êrîş hat kirin û li gor agahiyên ewil 18 kes birîndar bûn.

Nasrat Rehîmiyê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Efxanistanê destnîşan kir di êrîşa li Musallaya herêma paytext Kabulê di merasima bîranînê da ku ji bona salvegera mirina Ebdul Elî Mezariyê pêşengê berê yê Hazarayiyan dihat lidarxistin hat kirin 18 sivîl birîndar bûn.

Hat diyarkirin Ebdullah Ebdullahê namzedê serokomariyê û Serokê Lijneya Îcrayê ya Efxanistanê, Kerîm Xelîliyê Serokê Şûreya Aştiyê ya Bilind û Mihemed Muhaqîqê ji pêşengê Hazarayiyan bi silametî ji êrîşê xilas bûn.

Raşid Dostumê Alîkarê Yekemîn yê Serokomarê Efxanistanê ku di merasimê da amade bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ev êrîş lîstikek e û dijî demokrasiyê derbe ye.

Dostum diyar kir siyasetmedarên beşdarî merasimê bûn di hedefê da bûn û got ku li nêzî siyasetmedaran 3 guleyên moşekê ketin.

Serokomarê Efxanistanê Eşref Xenî li ser medyaya civakî daxuyanî da û destnîşan kir ku êrîş dijî mirovahî û yekîtiya neteweyî ya Efxanistanê sûc e.

Talibanê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku eleqeya wan bi êrîşê tuneye.

Sala borî di êrîşa dijî heman merasima bîranînê da gelek kes hatibûn kuştin.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2020, 14:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE