Li bakurê Efxanistanê li Qeysera navçeya Faryabê di pevçûna milîtanên Talibanê û gundparêzan da 3 gundparêz hatin kuştin.
Peywirdarên Ewlekariya Faryabê diyar kirin, piştî ku milîtanan êrîşî gundê Arzalik ê Qeyserê kirin, pevçûn derket.
Peywirdaran diyar kir ku di pevçûnê da 3 gundparêz hatin kuştin, 2 ji jî birîndar bûn.
Talibanê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.