Li Efxanistanê êrîşa bombeyî

Di mîtîngê de yekî bombeya li ser xwe teqand, 13 kes mirin

Li Efxanistanê êrîşa bombeyî

Li Efxanistanê di mîtînga hilbijartinê de yekî bombeya li ser xwe teqand. di bûyerê de 13 kes mirin. deaş’ê got me êrîş kiriye.

Êrîş li bajarê Nangarhara Efxanistanê, di mîtingê de çêbû.

Walitiya bajêr di daxuyaniya xwe de diyar kir ku xwekujêrekî teqemeniya li ser xwe teqandiye.

Di êrîşê de 13 kes mirin.

DEAŞ’ê got me êrîş kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê êrîş şermezar kir û ji hikûmet û gelê Efganistanê re sersaxî xwest.

Di 20ê Cotmehê de li Efxanistanê hilbijartina parlamentoyê heye.

Di sala 2015an de, ji ber êrîşan hilbijartina parlamentoyê û ya meclisa bajaran hatibû taloqkirin.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2018, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE