Li Eğilê berhevkirina behîvan dest pê kir

Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr Mustafa Ertan Atalar daxuyand li Eğilê di sala 2009an da bi piştgiriya Wezaretê 32 baxçe ji bo behîv bên danîn hatin veqetandin, lê îsal ji bo çandiniya behîvan qada ku hat veqetandin ji 4 hezar dekarî derbas bû.

Li Eğilê berhevkirina behîvan dest pê kir

 Li Eğila navçeya Diyarbekirê berhevkirina behîvan dest pê kir.

Cotkaran bi piştgiriya Wezareta Çandinî û Daristanan li ser qadeke 4 hezar dekarî şitlên behîvan danîn û niha dema berhevkirina wan e.

Berhevkirina behîvan wê mehekê dewam bike.

Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr Mustafa Ertan Atalar daxuyand li Eğilê di sala 2009an da bi piştgiriya Wezaretê 32 baxçe ji bo behîv bên danîn hatin veqetandin, lê îsal ji bo çandiniya behîvan qada ku hat veqetandin ji 4 hezar dekarî derbas bû.

Atalar got cure cure behîv li herêmê hene, lê zêdetir cureyên ferragnes û ferradualê yên ji Fransayê hatine anîn hene.

Atalar anî ziman li navçeyê nêzîkî 52 hezar dar hene ku ji van salê qasî 52 ton behîv tên berhevkirin.

Midûr Atalar got berê behîvên biqalik dihat firotin lê bi saya piştgiriya Wezaretê êdî qalikên wan tê şikênandin û kakilê wan tê firotin.

Herî dawîn Atalar anî ziman berhevkirina îsal a behîvan bila li ser xêrê û bibereket be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE