Li Ekspresa Rojhilatê qerebalixiya eydê

Beriya Eyda Qurbanê di trêna Ekspresa Rojhilatê da qerebalixî heye

Li Ekspresa Rojhilatê qerebalixiya eydê

Beriya Eyda Qurbanê di trêna Ekspresa Rojhilatê ya ji xetên herî dirêj ên Tirkiyeyê ya Şirketa Rêhesina Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) da qerebalixî heye.

Ekspresa Rojhilatê ya TCDDyê di van 2 salên dawîn da gelekî eleqeyê dibîne, turîstên xwecî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî seferan didin û sefer dewam dikin. Rêwî di rêya 25 saetî da rêwîtiyeke wekî çîrokan a xweş dikin.

Trên ji Enqereyê derdikeve rê ji Qiriqele, Qeyserî, Sêwas, Erzincan û Erziromê ra derbas dibe û piştî rêya 1310 kîlomêtreyî digihêje Qersê.

Kesên xwestin di Eyda Qurbanê da bi trênê rêwîtiyê bikin di roja erefeyê da li Gara Trênê ya Qersê qerebalix bûn.

Muharrem Toramanê Midûrê Lojistîk û Rêwiyan ê TCDDyê yê Qersê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku her ku diçe eleqeya nîşanî Ekspresa Rojhilatê didin zêde dibe.

Toraman got li ser eleqeya tê nîşandan û qerebalixiyê seferan zêde dikin û wiha axivî: "2 trên hene ligel vê eleqe tê nîşan dan. Par 2 hezar vagon ji şirketên taybet ra kirê kirin, îsal ji bo 5 hezar vagonî daxwaz heye. Ji ber eydê qerebalixî dewam dike, trên tijî tên. Nika îmkan tune ku bilêtê bibînin. Ji bo vê midûriyeta me ya giştî tevdîr hildan û vagon lê tên zêdekirin."

Selman Uzumcuyê rêwî got ji bo eydê rêwîtiyê dike û wiha pê da çû: "Ekspresa Rojhilatê rihet e ji bo vê min tercih kir. Ez ji bo eydê diçim Qeyseriyê."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2019, 14:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE