Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum diyar kir ku li Elazığê 118 û li Malatyayê 20 avahiyên demildest divê bên xerakirin hene.
Kurum bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê ra li Walîtiya Elazığê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum diyar kir ku li Elazığê 118 û li Malatyayê 20 avahiyên demildest divê bên xerakirin hene û wiha axivî: "Li navenda Elazığê û navçeyên Sivrice û Madenê 58 avahî xera bûne, 568 avahî xisareke mezin û 531 avahî kêm xisar dîtine. Jê wê 118 avahî demildest bên xerakirin. Li Battalgazî, Doganyol, Kale, Puturge û Yeşîlyurta Meletiyê 430 avahî xera bûne, 4 hezar û 125 avahî xisareke mezin dîtine û 20 avahî jî demildest divê bên xerakirin."