Li Elazığê piştî erheja par, ji bo mexdûran xanî hatibûn çêkirin. 147 xanî bi pişkavêtinê, teslîmî xwediyê wan kirin.
Li Elazığê xebatên ji bo mexdûrên erdhejê bênavber didomin.
Piştî erdhejê li gelek deveran avahî hatin çêkirin.
Yek ji wan cihan jî li Taxa Abdullahpaşayê bû.
Li wir 147 xanî hatin çêkirin.
Ji bo diyarkirina xwediyê xaniyan merasîma pişkavêtinê hat lidarxistin.
Merasîma pişkavêtinê waliyê Elazığê Erkaya Yirik da destpêkirin.
Bi pişkavêtinê jî xwediyê xaniyan diyar bûn.