Li Elezîza lê erd hejiyabû 602 avahiyên ji erdhejê zirar dîtibûn û 318 avahî jî ji bo veguherandina bajêr hatin hilşandin.
Piştî erdheja bi lerza 6,8an a 24ê rêbendanê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê avahiyên zirar dîtin hildişîne.
Li bajarê xebatên tesbîta zirar û ziyanê hatin temamkirin teblîxatê bi avahiyên av û xaza wan hatin birîn va dikin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariyê tevdîran hildidin û makîneyên kar di kordinasyona Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Veguherandina Bajêr û Binesaziyê ya Wezaretê da avahiyan hildişînin.
Wezaretê li Elazigê 602 avahiyên zirar dîtibûn hilşand. 3 Mizgeft û minareyeke di erdhejê da zirar dîtibûn jî hatin hilşandin.
Ji sedî 10 avahiyên hatin hilşandin kêm zirar dîtibûn, ji sedî 25ê wan hinekî zêde zirar dîtibûn û ji ssedî 65ê wan jî gelekî zirar dîtibûn.
Avahî herî zêde li taxên Ebdillah Paşa, Mistefa Paşa û Karşiyakayê hatin hilşandin.
Xebatên hilşandinê yên li navend, gund û navçeyên Elazigê dewam dikin.
Hat ragihandin ku 7 hezar û 734 avhiyên gelekî zirar dîtine, hezar û 465 avahiyên zirar dîtine û 568 avahiyên kêm zirar dîtine ew ê qisim qisim werin hilşandin.
Ekîb enkaza 264 avahiyên hatibûn hilşandin radikin.