Li Elazığê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê

Ji bo welatiyên 65 salî û mezintir melzemeyên paqijiyê hatin belavkirin

Li Elazığê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê

Li Elazığî xwendekar û mamosteyên lîseyên meslekî, ji bo welatiyên mexdûrên erdhejê melzemeyên paqijiyê belav kirin. Melzeme li welatiyên 65 salî û mezintir hatin belavkirin ku ew li konteyneran dijîn.

Kesên ku ji ber erdheja Elazığê bê xanî man li konteyneran dijîn.

Xwendekar û mamosteyên lîseyên meslekî ji bo welatiyên li konteyneran melzemeyên paqijiyê belavkirin.

Melzeme hatin dayîn welatiyên 65 salî û mezintir.

Di nav melzemeyan de 5 lître sabûn, 5 lître ava cil û bergan, 5 lître ava firaqan û lîtreyek dezenfektan heye.

Mamoste û xwendekar bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

"ev projeyên ku bi berpirsiya civakî tên lidarxistin, him li dibistana me him jî li lîseyên meslekî yên din her ku diçe zêdetir dibin. beriya niha jî me kar û barên boyax, ceyran, temîratê yên welatiyên 65 salî û mezintir kirin. xebatên me wê bidomin."

Ev melzemeyên hatin belavkirin li atolyeyên lîseyan bi destê xwendekaran tên hilberandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE