Li Elazığê bi lerza 5,3yan erdhej çêbû

Li Elazığê bi lerza 5,3yan erdhej çêbû

Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rêvabirina Rewşa Acil û Afatê (AFAD) hat belavkirin, di saet 09.37an da navend Elazığ bi lerza 5,3yan erdhejek çêbû.

Hat tesbîtkirin ku erdhej 15,94 kîlomêtro di binê erdê da çêbûye.

-Wezîr Soylu: "Di erdheja Elazığê da ji saet 10.15an pê va kesek nemiriye û ji bo zirarê jî tu îxbarek nehatiye"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê erdheja li Elazığê çêbû da daxuyand ku heta niha kesek nemiriye û ji bo zirarê jî tu îxbarek nehatiye.

Wezîr Soylu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha daxuyand: "Di erdheja li Elazığê çêbû da ji saet 10.15an pê va li gor agahiyên ji walîtî, cendirme, ewlehî, rewşa acil 112, Xeta Kordînasyona Mixtarên Elazığê û AFADê hatin hildan hat tespîtkirin kesek nemiriye û ji bo zirarê jî tu îxbarek nehatiye. Emê dayina agahiyan bidomînin."

Serokatiya Rêvabirina Rewşa Acil û Afatê (AFAD) daxuyand piştî erdhejê ji bo tevdîrê ekîbên li Diyarbekirê bi rê ketin ku herin Elazığê.

-Waliyê Elazığê Erkaya Yirik: "Ekîbên me xebatên xwe bi hesasî didomînin, heke tiştek bê tespîtkirin agahî wê bê dayîn."

Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rêvabirina Rewşa Acil û Afatê (AFAD) hat belavkirin, di saet 09.37an da navend Elazığ bi lerza 5,3yan erdhejek çêbû.

Hat tesbîtkirin ku erdhej 15,94 kîlomêtro di binê erdê da çêbûye.

Gelê li Malatya, Adıyaman, Şanlıurfa, Mardin, Batman û Diyarbekirê dijî jî erdhejê hesiyan.

Li Elazığê gel derkete derva.

Waliyê Elazığê Erkaya Yirik daxuyand di erdhejê da heta niha tiştekî neyînî nehatiye tesbîtkirin ûwiha axivî: "Ekîbên me xebatên xwe bi hesasî didomînin, heke tiştek bê tespîtkirin agahî wê bê dayîn."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE