Li Elazığê bi mezinahiya 6.8an erdhej çêbû

Li gorî agahdarkirin Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil Afatê (AFAD) ya li ser hesabê wê yî Twitterê Li navçeya Sivrîceyê seat 20.55an bi şideta 6.8ê erdhejek hat tomarkirin.

Li Elazığê bi mezinahiya 6.8an erdhej çêbû

Li Elazığê bi şideta 6.8ê erdhejek çêbû.

Li gorî agahdarkirin Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil Afatê (AFAD) ya li ser hesabê wê yî Twitterê Li navçeya Sivrîceyê seat 20.55an bi şideta 6.8ê erdhejek hat tomarkirin.

Erdhej bi qasî 6,75 kîlometroyan di kûrahiyê de çêbû.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand ku li navenda Elazığê heta nuha îxbara zirarçêbûna di 10 avahiyan de hatiye. Herwiha 2 welatî birîndar bûne.

Wezîr Soylu got, "Li Sivrîceya Elazığê 4-5 avahiyên ruxiyayî hene lêbelê heta nuha agahiyeke ku tişt bi kesî hatibe nehatiye destê me. Agahî hatin ku li Poturgeya Meletiyê çend avahiyek rûxiyane. Herwiha li gundan jî zirar hene. Li Doganyolê mixabin welatiyek me miriye. Rehma Xwedê lê be. Li bajarokê Gezina girêdayî Madena navçeya Elazığê avahiyeke 4-5 qatî rûxiya. Kesek bi saxî jê rizgar bû, xebatên rizgarkirinê berdewam in.  Em hêvîdarin zêdetir kes nemiribe. Heta nuha bi giştî hejmara miriyan li Elazığê 2, li Meletiyê 2 ye."

Ji Çavdêrîxaneya Kandîlliyê daxuyanî

Çavdêrîxaneya Kandîlliyê şideta erdheja ku seat 20.55an li Sivrîceya navçeya Elazığê çêbû weke 6.8ê ragihand.

Ji Wezîr Akar daxuyaniya erdhejê

Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar derbarê erdheja li Elazığê got, "Tê nirxandin dibe ku di serî de navend Sivrîce, li deverên kevî ziyan hebe. Ji bo tekezkirinê heval destbikar bûne."

Waliyê Elazığê Çetin Oktay Kaldırım: Li Elazığê 3 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. 2 jê giran 225 birîndarên me hene. 5 avahiyên me hilweşiyan. dibe ku di bin enqazê de welatiyên me hebin. tîmên xelaskirinê dixebitin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE