Li Elazığ û Bingölê bi hezaran tasên eşûreyê hatin belavkirin

Ji bo belavkirina eşûreya ku hat çêkirin merasîmek hat lidarxistin.

Li Elazığ û Bingölê bi hezaran tasên eşûreyê hatin belavkirin

Kesên xêrxwaz, roja eşûreyê bi beroşan aşûre çêkirin û li gelek deverên welêt li gel belav kirin. Em ê berê xwe bidin, elezîz û çewligê û wan dîmenan bînin ser ekranê.

Li Elezîzê Cemxaneya bajêr 30 sîtil eşûre keland…

Ji bo belavkirina eşûreya ku hat çêkirin merasîmek hat lidarxistin.

Ji xeynî welatiyan, Waliyê Elezîzê Erkaya Yirik û gelek nûnerên partiyên siyasî û yên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Eşûre li welatiyan hat belavkirin.

Li navçeya Solaxana Çewligê jî eşûre hat kelandin.

Tîma Solaxansporê ji bo 500 merivan eşûre da çêkirin.

Rêvbir û lîstikvanên tîmê piştî xutbeyê eşûreya ku dan çêkirin li gel belav kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE