Li Elazığê cendirmeyan bi xebatên psîkososyal rûyê zarokan geş kir

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê bi çalakiyên li gundan va hewil didin ku bandora erdhejê ya li ser zarokan kêm bikin

Li Elazığê cendirmeyan bi xebatên psîkososyal rûyê zarokan geş kir

Li Elazığa ku erdhejê lê da, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê bi çalakiyên psîkososyal va rûyê zarokan geş dikin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê di fealiyetên xwe yên kêmkirina tesîra erdheja ku 24ê rêbendanê bi lerza 6,8an li Sîvrîceya navçeya Elazığê çêbû da berdewam in.

Ekîbên piştgiriya psîkososyal ên ku cendirmeyê di vê çarçoveyê da ava kirin, gund bi gund digerin û pêdawîstiyên malbatên ku di konan da dimînin tesbît dikin û herwiha ji bo zarokan jî bernameyan li dar dixin da ku tesîra erdhejê ya li ser wan, kêm bikin.

Ekîban di vê çarçoveyê da fealiyetên wekî lîstika siyê Qeregoz-Hecîwad, taştêxwarin, kişik, xebata boyaxkirinê û pîrozkirina rojbûnan pêk anîn da ku zarok ji tesîra erdhejê dûr bikevin û hinekî şad bibin.

Herwisa ekîban di van çalakiyan da bi şêweyeke surprîz rojbûna zarokê bi navê "Mihemed" pîroz kir û diyarî li beşdaran belav kirin.

Mexdûrên erdhejê yên ku ji ber eleqeya ekîbên cendirmeyê kêfxweş bûn, ji ber hewl û xebatên wan, sipasiya ekîban kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE