Piştî erdheja lıi Elazığê ji bo mexdûran çêkirina avahiyan dewam dike. Li gund û bajarokan wê nêzî 3 hezar avahî bên çêkirin.
Li Elazığê di 24ê Çileyê de erdhejek qewimîbû. Gelek însanên me jiyana xwe ji dest dan û dîsa gelek xanî û cih hilweşiyan.
Piştî vê yekê tespîtkirina xisara ku li avahiyan ket hat destpêkirin.
Niha jî ji bo mexdûran çêkirina avahiyan dewam dike. Li bajêr ji bo 4 hezar kesî wê xanî bên çêkirin.
Niha ew avahî yek bi yek tên çêkirin. Ekîbên AFAD’ê jî van xebatan ji nêz ve dişopînin.