Di fuarê de fîrmayan alavên xwe yên mobilya, dekorasyon û avahîsaziyê nîşan dan
Li Elezîzê îsal duyem fuara avasazî, mobilya û dekorasyonê hat vekirin. fuar dê 4 rojan vekirî be û di fuarê de zêdetirî 110 fîrma xizmetên xwe nîşan didin.
Li Elezîzê bi hevkariya walîtî, şaredarî û jûra pîşesaziyê fûara alavên xêniyan hate lidarxistin.
Di fuarê de hemû alavên malê hene.
Ji dizayna xaniyên nû bigrin heta dekorasyona hundir di fuarê de her tişt heye.
Fuar ji gel eleqeyeke mezin jî dibîne.
Şaredariya Elezîzê jî piştgiriyeke xurt dide fuarê.
Şaredarê Elaziğê Mücahit : Em piştgiriyeke xurt didin organîzasyonên fuarê. Bi saya vê fuarê em dikarin alavên ku li Elezîzê hatine çêkirin bidin nasîn.AA