Li Elazığê hewleke li dijî keysperestan

Li bajêr bihayê kişandina malan zêde bû ji bo vê yekê neqliyekarên xêrxwaz ketin dewrê

Li Elazığê hewleke li dijî keysperestan

Li Elazigê hin neqliyekaran bihayên malkişandinê zêde kir. Li hemberî vê yekê jî ji hin bajarên din neqliyekarên xêrxwaz ketin dewrê û piraniya malên mexdûrên erdhejê bi awayî belaş kişandin.

Pêşî li bajêr kirê gelek hat zêdekirin.

Dûvre hin neqliyekaran bihayê kişandinê firand.

Mexdûrên erdhejê li benda piştgiriyê ne, lê hin kes jî di vê rewşê de li pey keysa xwe ne.

Li Elazigê hin fîrmayên neqliyeyê bihayê kişandina malekê ya di nava bajêr de heta 5 hezar lîreyî zêde kirin.

Piştî vê hewla hin firmayan neqliyekarên hin bajarên din ketin dewrê.

Neqliyekarên xêrxwaz ji Diyarbekir û Bingol çûn Elazigê û malên welatiyan bi awayekî belaş kişandin.

Neqliyekaran ji wan welatiyên ku kişandina bibelaşî qebûl nekirin jî, bihayekî gelek hindik stand.

Ji ber vê hesasiyeta neqliyekaran gelek kêfa gelê Elazigê hat.

Li bajêr hêj jî hin kesên ku zirar gihîştiye xaniyên wan, malên xwe dikişinin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE