Ji ber erdheja Elazığê li gelek gundan xaniyan xisar girtibû. TOKÎ ji bo mexdûrên erdhejê, li 18 gundan xaniyan çêdike. tê payîn ku heta 2 mehan xanî wê bên teslîmkirin.
Hîm hatin danîn û Montaja malên prefabrîk tê kirin...
Li 18 gundên Elazığê ji bo mexdûrên erdhejê TOKÎ xaniyan çêdike.
Bi temamî 265 xanî tên çêkirin.
Çêkirina van xaniyan ji sedî 80 hat temamkirin û tê payîn ku heta 2 mehan xanî wê bên teslîmkirin.
Waliyê Elazığê Erka Yirik: "li 18 gundên me, çêkirina 265 xaniyan dest pê kir û dewam dike. her avahiyên me 90 metrekare ne, 2 ode û salonek in. li gorî şert û mercên îklima vê erdnîgariyê hatine çêkirin."
Li gundên din jî ku tespîta erazî bê temamkirin, li wan deran jî çêkirina xaniyan wê dest pê bike.