Li Elazığê konteyneran didin erdhejzedeyan

Li bajêr di 24ê Çileya Paşîn da li Sivrîceya navçeya Elazığê bi lerza 6,8 erdhejek çêbûbû, gelek avahî hilweşiyabûn û jê hinekan jî zirar dîtibû.

Li Elazığê konteyneran didin erdhejzedeyan

Ji bo mexdûrên erdhejê yên li Elazığê hewleke mezin tê dayîn ku ew bigîhijin konteynerên xwe.

Li bajêr di 24ê Çileya Paşîn da li Sivrîceya navçeya Elazığê bi lerza 6,8 erdhejek çêbûbû, gelek avahî hilweşiyabûn û jê hinekan jî zirar dîtibû.

Ji wê rojê pê va xebat tên kirin ku erhejzede bigîhîjin konteynerekî an jî avahiyekî ku tê da bikaribin bijîn.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr bi serokatiya Walîtiyê 73 konteyneran dişînin gundên li ser navçeyên Maden û Sivrîceyê.

Tîman li gundê Topaluşagiyê ya Sivrîceyê konteynerek dan kal û pîrekê ku ew tê da bijîn.

"Em ê înşallah van rojan jî derbas bikin"

Mixtarê gund Celal Ercan got ji roja ewil vir va dewlet û cendirme alîkariya wan dikin û wiha axivî: "Em spasiya dewleta xwe dikin. Her tim li cem me ye. Em ê înşallah van rojan jî derbas bikin. Cendirmeyan berê kon ava kiribûn, alîkariya xwarin û xurekê dikirin, niha jî konteyner şandin. Ew her tim tên ziyareta gund û halê welatiyan dipirsin. Ez spasiya wan dikim. Xwedê ji wan razî be. Li hemû gund xisar heye, 9 avahî hatin hilweşandin. Niha yên xisareke mezin dîtine jî tên kontrolkirin. Dewletê hemû hewcedariyên me yên acil da me."

"Em dixwazin maleke me hebe"

Bayram Ugunê gihîşt konteynera xwe jî spasiya cendirmeyan kir û wiha axivî: "Hemûyan alîkariya me kir. Heke ew nebûna me nikaribû em konan vegrin. Konteyner jî dan me. Heta malên me çêbin em ê tê da bijîn. Em dixwazin maleke me hebe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE