Li Elazığê alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê dewam dikin. Saziyên sivîl nexweşên çolyakê jî jibîr nekirin. Heyva sor a tirkiyê bi piştgiriya komeleya çolyakê, rojê 3 danan xwarinên taybet belav dike.
Li herêma erdhejê nêzî 5 hezarî nexweşên çolyakê hene.
Wekî ku tê zanîn nexwşên çolyakê nikarin dexlên bêgluten bixwin.
Ji ber vê yekê jî hewce ye xwarinên wan taybet bin.
Komeleya Çolyak û Xwarinên Bêgluten, ji bo mexdûrên erdhejê yên nexweş xizmeteke baş dike.
Komele bi piştgiriya Kizilaya Tirkiyê her roj 3 danan xwarinên taybet dide nexweşan.