Li Elazığê pirsgirêkên erdhejzedeyan tên çareserkirin

Li Elazığê ji bo ku ji erdhejzedeyan ra konteyner bên avakirin xebat dewam dikin

Li Elazığê pirsgirêkên erdhejzedeyan tên çareserkirin

Li Elazığê ji bo erdhejzedeyan konteyner bên avakirin li herêma nêzîkî Elazığsporê xebat dewam dikin.

Piştî erdheja Elazığê ya ku navenda wê Sivrîce û lerza wê 6,8 bû ji bo ku welatî mexdûr nebin sazî bi awayekî xurt dixebitin.

Li herêma nêzîkî Elazığsporê wek gava ewil wê hezar konteyner bên avakirin.

Ji bo konteyner bên çêkirin makîneyên kar dixebitin, ji aliyê din jî avahiyên zirareke mezin dîtine tên xirabkirin.

Tîmên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê heta niha ji sedî 60ê avahiyan kontrol kirin.

- "Em ê dest bidin hev û vî karî çareser bikin"

Mehmet Alî Dagê mala wî di erdhejê da xisareke mezin dîtiye û di kon da dijî got dewlet alîkariya wan dike û wiha axivî: "Xwedê ji dewleta me razî be, çi hewce bike dike. Em wek gel li gel dewletê ne. Em ê dest bidin hev û vî karî çareser bikin. Hewa ji ber ku gelek sar e, em carînan li mala eqreba û cînaran dimînin. Carînan jî em di kon da dimînin."

Hakan Bahşî jî got mala wî ya li Sîteya Dîlekê hilweşiyaye, cînar û eqrebayên wî mirine ku ew ji ber vê pir xemgîn e.

Bahşî wiha got: "Xwedê ji dewleta me razî be. Xwe gihand me, sitargeh, kinc, xurek çi bê jî da û alîkariya me kir. Em ê sebir bikin, em ê birînan bi hev ra bipêçin. Ez spasiya ekîba AFADê dikim. Dema hewcedariya malbatekî dibe heman tên. Xêrxwaz jî tên. Xwedê ji hemûyan razî be."

- "Dewletê ji bo eşyayên me 30 hezar lire da"

Raziye Ozerê jî got di erdhejê da ew li Îzmirê bûye û eqrebayên wê caw dane wê ku mala wan hilweşiyaye.

Ozerê got ew di kon da dimînin û ji bo alîkariyê spasiya dewlet û welatiyan kir û wiha dewam kir: "Hundirê kon germ e, betanî û her tişt heye. Heke koynteyner bidin me ez ê bi kêfxweşî herim. Di erdhejê da tu alaveke min nema. Xwedê ji dewletê razî be ji bo eşyayên me 30 hezar lire da."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE