Li bajar û navçeyên di 24ê Çileya Paşîn da erdhejeke navenda wê Sîvreceya navçeya Elazığê bû tesîr gihîştibû û ji wê rojê vir va li wan deran navber dabûn perwerdeyê, îro zengila dibistanan lêxist û perwerdeyê car din dest pê kir.
Li bajar û navçeyên tesîra erdhejê lê çêbûbû li 435 dibistanên fermî û li 80 dibistanên taybet îro perwerdeyê dest pê kir.
8 hezar û 895 mamoste û 126 hezar û 276 xwendekar wê îro perwerdeya ku nîvco mabû bidomînin.
11 hezar û 371 xwendekarên di 33 dibistanên ji ber erdhejê zirar ditîbûn da perwerde didîtin heta dibistanên nû bên çêkirin wê li dibistanên herî nêzîk perwerdeyê bibînin.
Bi telîmata Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk li Elazığê ji bo xwedekarên wê bikevin ezmûna Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) û Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) perwerdeya telafîkirinê hatibû dayîn.
AA