Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum destnîşan kir piştî erdheja li Sivrîceya Elazığê di destpêkê da pêvajoya çêkirina 3 hezar û 850 avahiyî dane destpêkirin.
Kurum, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu li Walîtiya Elazığê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin.
Murat Kurum destnîşan kir li navenda Elezîz, Sivrîce û Madenê 428 û li Battalgazî, Doganyol, Kale, Puturge û Yeşîlyurta Meletiyê 2 hezar û 424 avahiyên xisareke mezin dîtine hene.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum got ku li Yemişlika Elazığê em ê bi tevahî 10 hezar avahiyî çêkin.
Kurum destnîşan kir li Taxa Sursuruyê wê li ser qadeke 10 hezar û 242 mêtroqere 200 malên ji 10 blokan pêk tê çêkin.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum destnîşan kir avahiyên ku piştî erdheja li Elazığê bên çêkirin wê heta dawiya salê teslimî welatiyan bikin.