Li Elezîz û Diyarbekirê di operasyona ku tê de 12 çekên qaçax hatin desteserkirin, 12 gumanbar hatin binçavkirin û ji wan 1 hat girtin.
Ekîbên Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sucên Organîze ya Rêveberiya Ewlekariya Elezîzê, ji bo girtina 12 gumanbarên ku li wan tesbît bû bazirganiya çek û mûhîmatên qaçax dikin, destbikar bûn.
Li Elezîz û Diyarbekirê li dijî çend navnîşanan operasyonên hevdem hatin lidarxistin û di encamê de 12 gumanbar hatin girtin.
Di lêgerîna li navnîşanan 12 demançe û 42 fîşek hatin desteserkirin.
Ji 5 gumanbarên ku piştî karûbarên wan ên li ewlekariyê ji dadgehê re hatibûn sewqkirin, 1 hat girtin û yên mayî merca kontrola edlî serbest hatin berdan.
Karêbarê ewlekariyê yê 7 gumanbarên din berdewam e.AA
Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:14