Li Elezîzê ji bo 763 xaniyên erdhejê peşk hat avêtin

Li Elezîzê ji bo 763 xaniyên erdhejê peşk hat avêtin

Sala par di 24ê rêbendanê da li Elezîzê erdhej çêbibû û paşê ji bo erhejzedeyan dest bi avakirina xaniyan kiribûn. Ji 1008 xaniyên hatin temamkirin ji bo 763 heban peşk hat avêtin.

Piştî erdheja bi mezinahiya 6,8ê ya navenda wê Sîvrîceya navçeya Elezîzê bû ji bo kesên xaniyên wan hilweşiyan an jî zirar dîtin xebat hatin kirin.

Di vê çarçoveyê da li Taxa Evdilehpaşayê di qisma 2yan da ji 1008 xaniyên hatin temamkirin ji bo 763 heban li Îdareya Taybet a Bajêr peşk hat avêtin.

Hîkmet Şîşecîogluyê Midûrê Bajêr ê Hawirdor û Bajarvaniyê diyar kir ku Wezaretê li Taxa Evdilehpaşayê veguherandina bajêr da destpêkirin û wiha axivî: "Berê jî 146 xanî hatibûn teslîmkirin. Îro jî ji bo teslîmkirina xaniyên temamkirin em peşkê diavêjin. Ji kesên keda wan tevlî vê projeyê bûn ra sipas dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE