Li Elezîzê ji bo Îdlibê alîkarî

Weqfa Diyanetê ya Elezîzê 11 TIR alîkarî şandin Îdlibê.

Li Elezîzê ji bo Îdlibê alîkarî

Li bajarê Elezîzê ji bo gelê Îdlibê kampanyaya alîkariyê hat lidarxistin. Kampanya ji aliyê Weqfa Diyanetê ve hat bi rêvebirin. Ji bo Îdlibiyan 11 TIR alîkarî hat şandin.

Li Îdliba Sûriyê trajediya mirovî dewam dike.

Ji bo kesên hewcedar ji Tirkiyê kampanyayên alîkariyê tên lidarxistin.

Her dawî Weqfa Diyanetê û Miftîtiya Elezîzê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.

Weqfa Diyanetê ji bo penaber û hewcedaran 8 TIR alîkarî kom kirin.

Xelqê Depê jî li ser navê miftîtiya navçeyê 8 TIR eşya, malzeme û xurek dan hev.

Alîkariya ku li Elezîzê hat komkirin bi diayan ji gelê Îdlibê re hat şandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE