Li Elezîzê piştî erdheja 24ê rêbendanê bajarekî nû tê avakirin

Li Elezîzê piştî erdheja 24ê rêbendanê bajarekî nû tê avakirin

Waliyê Elezîzê Erkaya Yirik diyar kir, par piştî erdheja 24ê rêbendanê erdhejzedeyên ku xesareke giran gihîşt malên wan, TOKIyê seba wan li navendê 24 hezar û 83 û li deverên gundewar 7 hezar avahî ava kirin û hema bêje dewletê bi destê TOKIyê bajarekî nû da avakirin.

Yirik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, di erdheja 6,8ê ku li navçeya Sîvrîceyê bû da 41 kes mirin û piştî erdhejê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê xesar tesbît kirin. Di encama xebatan da hat tesbîtkirin ku ji 21 hezarî zêdetir avahî û kargehan xesar dîtin.

Yirik diyar kir, bi tesîra 5,3 pile erdheja ku di 27ê berfanbara 2020î da çêbû, ji avahiyên kêmxesar 5 hezar û 912 avahiyan xesareke giran hilda û ji sedî 80 xebatên xerabkirina van agahiyan temam bû û wiha dewam kir:

"Ji bo ku welatiyên me bikişin malên xwe yên nû, xebat bê navber dewam dikin. Ekîb dixebitin û înşellah ev xebat wê di demeke kin da kuta bibin. Digel vê çêkirina ji 24 hezar û 83 avahiyan 15 hezar avahî hatin kutakirin û ev mal bi qûrayê tên teslîmkirin."

Yirik bal kişand ku piştî erdhejê li herêmên gundewarê jî çêkirina 7 hezar xaniyan hat destpêkirin û wiha dewam kir, "Xwedê zewalê nede dewleta me, bi rastî jî dewleta me pir bihêz e. Ji bo welatiyên me yên li gundewaran jî TOKÎyê bi qasî 7 hezarî xanî plan kir. Ji van 7 hezar xaniyan 4 hezar û 500 jê hatin çêkirin û tên radestkirin."

Yirik her wisa diyar kir ku avahiyên nû li gorî mîmariya asoyî tên çêkirin û wiha dewam kir, "Li 19 ciyên cuda yên parêzgeha me avahî û kargeh li gorî mîmariya Elezîz û Xarpêtê bi awayekî asoyî tên çêkirin. Li nava bajêr 24 hezar û 83 û her wisa li gundewaran jî 7 hezar xanî û kargeh hatin çêkirin û di van da zêdeyî 100 hezarî welatiyên me dê bijîn ku ev jî dibe mîna bajarekî nû. Bi vî awayî welatiyên me dê di avahiyên hemdem û ewle da jiyana xwe bidomînin."

- "Li navendê 15 hezar, dervayî navendê jî 4 hezar û 500 avahî hatin çêkirin"

Walî Yirik got ji avahiyên di erdhejê da ne zexm in ji holê rabin avahîsaziya nû hewcedariyeke girîng e û divê welatî piştgirî bidin van xebatan.

Yirik got di erdheja 24ê çileya paşîn da 41 welatî mirin ku êşa wan dewam dike û wiha axivî: "Ji nişkêva bi hezaran avahiyan xisar dît, welatiyên me zehmetî kişandin. Lê piştî erdhejê bi telîmata Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan wezîrên me hatin bajarê me, ji bo pirsgirêk bê kêmasî bên çareserkirin û ewlehiya canê welatiyan bê parasyin bi hemû saziyan va ew xebitîn."

Yirik got bi hevkariya Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê û Serokatiya TOKIyê li navendê 15 hezar, dervayî navendê jî 4 hezar û 500 avahî hatin çêkirin ku bila ji welatiyan ra li ser xêrê be û ew hêvî dikin dîsa erdhej çênebe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE