Li Elezîzê pêşaneya heyva sor

Xebatkar, derbarê xebatên Heyva Sor de welatiyan agahdar dikin

Li Elezîzê pêşaneya heyva sor

Li Elezîzê, di çarçoveya hefteya heyva sor de pêşaneyek hat vekirin. Di pêşaneyê de personelên heyva sor welatiyan derbarê xebatan de agahdar dikin. Xebatkar wesaîdên heyva sor jî nîşanî welatiyan didin.

Hefteya ewil a mijdarê her sal li Tirkiyê wek Hefteya Heyva Sor tê pîrozkirin.

Heyva Sor a Elezîzê jî di çarçoveya çalakiyên hefteyê de pêşaneyek amade kir.

i ber Mala Maomosteyan wesayîdên ragihandinê, xwînê, îkramê û mitbexa mobîl tên pêşandin.

Personelên Heyva Sor li standan derbarê alîkarî, piştevanî û hişmendiya afetan de welatiyan agahdar jî dikin.

Pêşane wê 3 rojan vekirî be. Welatî dikarin herin û pêşaneyê ziyaret bikin.

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 16:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE