Xebatên arkeolojîk ên li kelha xarpûtê ji 2014an û vir ve dewam dikin. Zanîngeha Firatê ya Elazîzê ji bo berhemên ji binê erdê hatine derxistin û keda xebatkaran nîşan bide pêşaneya wêneyan vekir.
Zanîngeha Firatê ji 2014an û vir ve, li Kelha Xarpûtê lêkolîna arkeolojîk dike.
Bi dehan pispor û xebatkarên kolanê ji bo dîroka kelhê kifş bikin dixebitin.
Zanîngehê keda xebatkaran û berhemên ku di kolanan de hatin dîtin bi pêşaneya wêneyan nîşan dan.
Berpirsê Xebata Arkeolojîk a li Kelha Harputê Prof. Dr. İsmail Aytaç: Di pêşaneyê de wêneyên berhemên ku di xebatên kolanê de hatin dîtin, wêneyên berê yên kelhê, paqijiya berhemên dîrokî, xebata li qadê û bi taybetî jî projeyên arkeolojîk tên nîşan dan. Bi saya vê pêşaneyê, ji wêranekê me xweşikbûna kelhê çawa derxist holê, em wê nîşan didin.”
Pêşangeh dê heta dawiya heftê vekirî be.