Li Elezîzê TIR li kal û pîrekê qelibî û herdu jî mirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, Ramazan (87) û Saadet Saglam (83) li tanga Yarimcaya li ser rêbejaya Elezîz-Bîngolê ji bo herin nimêja terewîhê xwestin derbasî hemberî rê bibin, TIRa bi pîlaqeya 23 BV 450 ya Ş.D. diajot li wan qelibî.
Li ser îxbara kesên li der û dorê ekîbên Serwêsa Acil a 112ê hatin herêmê û tesbît kirin ku Ramazan û Saadet Saglam mirine.
Cinazeyê Ramazan û Saadet Saglamê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kovancilarê.