Li Emerîkayê derbarê Sûriyeyê de panel hat çêkirin

Weqfa Mîrateyê ya Tirkan li ser rewşa Kurdên Sûriyeyê panel li dar xist...

Li Emerîkayê derbarê Sûriyeyê de panel hat çêkirin

Li Washîngtonê, li paytextê Emerîkayê li ser şerê navxweyî yê sûriyê panelek hat lidarxistin. Di panelê de, kurdên sûriyê bal kişand ser têkiliya rêxistina terorî pkk/ypg û rêjîma esed. Kurdên binxetî got; ev yek bona aştiyê talûke ye. Muxalifan ji bo têkiliyên rêxistina terorî û emerîkayê jî rexne li revêbiriya emerîkî girt û diyar kir ku ev yek bi kêrî îranê tê.

Nûnerên komên Kurdên Sûriyê yên li Emerîkayê, li ser rewşa herêmê axivîn.

Yek ji saziyên mezin ên li Washîngtonê Weqfa Mîrateyê ya Tirkan, li ser şerê navxweyî yê li Sûriyê panelek li dar xist.

Serokê Komeleya Kurdên Sûriyê yên Serbixwe Evdilezîz Temo û yek ji serkirdeyên muxalifên Kurd ên Sûriyê Faruq Bilal jî beşdarî panelê bûn.

Kurdên Sûriyê diyar kirin ku ji bo herêmê talûkeya herî mezin PKK ye.

El Temo: Tirkiye me wek dijmînê xwe nahesibîne. Tew Tirkiye hat hawara me, alîkariya me kir. Cih û war da me. Pkk ji bo kurdên sûriye û tirkiyê xetere ye. Ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê talûke ye. Em îstiqrarê dixwazin. Em dixwazin terorîst ji welat derkevin û biçin.

El Temo: 3 milyon û 500 hezar penaber… ev 8 sal in tiştê ku tirkiyê kir tu kesî nekiriye. ji bo vê jî ez spasiya gel û giregirên tirkiyê dikim.

Di panelê de li ser têkiliya Rejîma Esed û rêxistina terorî PKK/YPGê jî hat axaftin.

“Esed neçar ma û herî dawî, ji salih mislim dest pê kir û pkk ji qendilê anî welatê me. hemû herêmên kurdan da wan. esed şîrikê esas ê ypg’ê ye. mesela bîrên neftê hêj di destê pyd’ê de ne.”

Muxalifên Sûriyî bal kişand ser peywendiyên rêxistina terorî DEAŞê û Rejîma Esed jî.

Abdulaziz El Temo: Têkiliyên deaş û rejîma esedî hene. Rejîma esed kir ku deaş derkve û şertên hewce hemû pêk anîn. Deaş bi rejîma sûriyê re ticaretê dike.

Muxalifên Sûriyî bangî Emerîkayê jî kir.

Wan got: Ger hûn dixwazin li herêmê bandora Îranê bidin sekinandin, pêwendiyên xwe yên bi PKK’ê re qut bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE