Li Enqerê operasyona ByLockê: 171 binçavkirî

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da ji 260 şikbarên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hatibû dayîn 171 kes hatin binçavkirin

Li Enqerê operasyona ByLockê: 171 binçavkirî

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser bernameya Bylockê dimeşîne da ji 260 şikbarên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hatibû dayîn 171 kes hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê sitand, di çarçoveya lêpirsîna li ser sivîlên xebatkarên dewletê û sektorên taybet ên tê îdiakirin ByLocka bernameya ragihandinê ya rêxistinê bi kar anîne û endamên FETO/PDYya rêxistina terorê ya çekdar in da ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên malî ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr operasyon kir.

Ekîban ji bo derdestkirina 260 şikbarên ji wan 7 kes li dervayî welêt in û der heqê wan da biryara biçavkirinê hatiye dayîn ber destê sibê li tevahiyê Enqereyê operasyon dan destpêkirin û di operasyona hemdem da 171 şikbar binçav kirin.

Şikbar li nexweşxaneyê ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û birin ewlekariyê.

Ji bo derdestkirina şikbarên der heqê wan da biryara binçavkirinê hatiye dayîn ên firarî xebat dewam dikin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE