Li Enqereyê 26 parsek hatin derdestkirin

Li Enqereya paytext der heqê 26 parsekan da karûbarên fermî hatin dîtin

Li Enqereyê 26 parsek hatin derdestkirin

Li Enqereya paytex zabite û polêsan operasyon kir û der heqê 26 parsekan da karûbarên fermî hatin dîtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê da hat diyarkirin ku li ser giliyê welatiyan a bi rêya "Alo 153 Maseya Hêşin" hat kirin bi destê Serokatiya Daîreya Zabiteyan û ekîbên polêsan li tevahiyê bajêr operasyona dijî parsekan hat kirin.

Di çarçoveya operasyona bi destûra Walîtiya Enqereyê hat kirin da li navçeyên Çankaya, Keçîoren, Yenîmehle û Altindaxê cihên hatibûn tesbîtkirin hatin kontrolkirin.

Ekîbên zabiteyan 3yê wan biyanî 26 parsek derdest kirin, ji bo wan karûbarên fermî dan destpêkirin û di çarçoveya "Qanûna Qebehatan" da cezayê pereya li wan birîn.

Biyaniyên belgeya wan a parastina berwext tunebûn û parsek ji bo li ser û guhên wan bigerîn birin Navenda Şandin, Komkirin û Lêkolînê ya Serokatiya Daîreya Zabiteyê.

Yek ji wan dergûş 4 zarok jî ji bo bibin Midûriyeta Şaxa Zarokan a Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê teslîmî polêsan kirin.

Rayedarên zabiteyê di mijara parsektiyê da agahî dan welatiyan û gotin bi peredayînê va parsektiyê li ber çavan baş nîşan nedin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE