Li Enqereyê li dijî rêxistina PKK/KCKyê operasyon

Li Enqereyê 21 şikbarên ji esnaf, şofêrên texsiyan û cihên kêf û şahiyê xeracê distînin, hatin girtin

Li Enqereyê li dijî rêxistina PKK/KCKyê operasyon

Li Enqereyê 21 şikbarên li ser navê PKK/KCKya rêxistina terorê ji esnaf, şofêrên texsiyan û cihên kêf û şahiyê xeracê distînin bi operasyonê hatin girtin.

Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê rêxistineke sûcê ya ku serokê wan Kasim B. ye û bi zorê xeracê distînin, tespît kirin.

Bi kordînasyona Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Birêxistin û Qaçaxçîtiyê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li herêma Ulusa li ser Altindagê operasyon hat kirin.

Ji bo ku 25 şikbarên endamên rêxistina sûcê bên girtin li Altindag, Çankaya û Keçîorenê serê sibê di 35 navnîşanan da lêgerîn hat kirin.

Di operasyona ku ji 60 ekîban pêk tê, 300 polês û polêsên taybet jî piştgirî danê da mal û kargehên şikbaran hatin kontrolkirin.

Serokê rêxistinê Kasim B. û du kesên bi wî ra li Bagluma Keçîorenê hatin girtin.

Li Altindag û Çankayayê 18 kesên din hatin binçavkirin.

Li Ulus Ruzgarliyê di kargehekê da çek hatin bidestxistin.

Hat tespîtkirin Kasim B. rêxistineke sûcê ava kiriye û endamên wê jî gelempêrî ji malbata wî pêk tê. Rêxistin bi zor, zext û gefxwarinê ji esnaf, şofêrên texsiyan û cihên kêf û şahiyê xeracê distîne û ji wan ra notên xeracstendinê ya li ser navê PKK/KCKya rêxistina terorê dişîne.

Tîman 21 şikbaran ji bo kar û barên fermî birin Midûriya Ewlehiya Enqereyê.

Ji bo şikbarên din bên girtin xebat dewam dikin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE