Li Enqereyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 30 şikbarên biyanî hatin binçavkirin.
Li gor agahiya nûçegîhanê AAyê bi dest xist, tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê ji bo ku rê li ber çalakiyên dibe ku beriya sersalê bên kirin bigrin, xebatên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê da tîman operasyonek kirin û 30 şikbarên biyanî binçav kirin.
Di navnîşanên şikbaran da gelek belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin.
Piştî kontrola tenduristiyê tîman şikbar birin Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê.
AA