Di operasyona ku li paytext Enqereyê hat lidarxistin da 28 otomobîlên ku bi rêbaza jê ra "change" tê gotin, nimroya motor û şasiyê ya erebeyên xurde kopî kirin û derxistin ber firotanê, hatin girtin.
Li gorî agahiyê, ekîbên Amîriya Buroya Diziya Otoyan a Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê îxbara dê bi ewraqê sexte otomobîl were firotan, nirxand û di encama xebata 5 mehan da ketin liv û tevgerê.
Hat tesbîtkirin ku berşikan bi rêbaza jê ra "change" dibêjin, otomobîlên ku xesara wan giran e û nayên temîrkirin kirîne û ewraqê van otomobîlan mîna ku yên otomobîlên luks ên qaçax û yên ku hatine dizîn ku qeyda wan a hecz-girtinê heye an jî dereqanûnî ji derva anîne welêt, bi kar anîne.
Ekîbên ku bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê operasyon li dar xist, 28 otomobîl girtin, D.Y, E.A, G.O, M.Ç û T.K binçav kirin.
Di encama lêkolîna krîmînal a bi telîmata Midûrê Ewlekariya Enqereyê Servet Yilmaz da agahiyên rastîn ên otomobîlan hatin bidestxistin.
Berşik piştî miemeleyên li ewlekariyê bo edliyeyê hatin sewqkirin.
AA