Li Mamaka navçeya Enqereyê otobêseke gel peyayên li rawestgeha otobêsê disekinîn xist, li gor agahiyên ewil 3 kes mirin û 3 kes jî giran birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a li ser Kolana Mamakê sefer dikir ji ber sedemeke nediyar çû peyayên li rawestgeha otobêsê ya li ber Mizgefta Navend a Mamaka Nû disekinîn xist.
Tîmên tenduristiyê û agirkujê di demeke kin da hatin cihê qezayê.
Walî Vasîp Şahîn jî piştî qezayê heman hat cihê bûyerê û daxuyaniyek da.
Şahîn wiha got: "Mixabin 3 welatiyên me li cihê bûyerê wefat kirine, 3 welatiyên me yên birîndar jî ambulansan birin nexweşxaneyan. Welatiyên li vir dibêjin çend birîndar jî beriya ku ambulans bigîhîjin bi wesayîtên taybet va birine. Ev çend kes in, ev rast e an na em li nexweşayan lêkolînê dikin."
Şahîn got sedema qezayê piştî lêkolînê wê derkeve holê, ji bo eqrebayên miriyan jî sersaxî da.
Servet Yilmazê Mirûdê Ewlehiya Bajêr ê Enqereyê jî li cihê bûyerê û otobêsa ku ji ber qezayê bûye xerabe lêkolîn kir.
AA