Li Enqereyê qeza: 2 mirî

Li gor agahiyan, tekerê wesayîta ku şofêrê wê Berat Yilmaz û plaqeya wê 06 FK 5341 e dema ji Kolana Mevlanayê ya li taxa Emekê ber bi Ulusê va diçû teqiya.

Li Enqereyê qeza: 2 mirî

 Li Çankayaya navçeya Enqereyê 2 kesên ku tekera wesayîta xwe ya teqiyayî diguherandin ji ber ku wesayîteke din hat li wan qelibî, mirin.

Li gor agahiyan, tekerê wesayîta ku şofêrê wê Berat Yilmaz û plaqeya wê 06 FK 5341 e dema ji Kolana Mevlanayê ya li taxa Emekê ber bi Ulusê va diçû teqiya.

Şofêr Yilmaz û Metehan Guzel (23) dema li kêleka rê tekerê wesayîtê diguherandin wesayîteke nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 06 KE 073 li wan qelibî.

Tîmên Rewşa Acil a 112yê dema hatin cihê bûyerê ku wan rakin nexweşxaneyê lê tespît kirin ku Yilmaz û Guzel li cihê bûyerê mirine.

Polês ji bo şofêrê ku li wan xistiye û reviyaye bibîne dixebitin.

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2019, 15:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE