Li Eqçeqeleyê jiyana rojane berkemal dibe

Ji alî Sûriyeyê piştî ku Tel Ebyad ji hêzên terorîstan hat rizgarkirin li Eqçeqeleya ku dibû hedefa êrîşên terorê jiyana rojane bere bere berkemal dibe

Li Eqçeqeleyê jiyana rojane berkemal dibe

Tel Ebyada li alî Sûriyeyê ji destê terorîstên YPG/PKKya rêxistina terorê hat rizgarkirin û bi vê sayê jî jiyana rojane ya li Eqçeqeleyê ku bi topên hewanê rastî êrîşan dihat, bere bere berkemal dibe.

Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê ji bo korîdora terorê ya hewl didin li ser sînorê başûr bê avakirin, xera bike, aştî û hizûra herêmê zêde bike bi destê Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) va li dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê dabû destpêkirin, dewam dike.

Ji ber êrîşên endamên YPG/PKKya rêxistina terorê ku ji Tel Ebyadê ber bi Eqçeqeleyê va topên hewanê diavêtin da pitika 9 mehî Mihemd Omar û karmendê darayiyê Cîhan Guneş hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Li navçeyê hin mal ji ber êrîşan zirar dîtibûn û rayedaran ji şêniyên Eqçeqeleyê xwestibûn ku heke mecbûr nemînin bila dernekevin derva û ji roja Hereketa Kaniya Aştiyê dest pê kir vir va di nav gel da fikar piçek zêde bû. Lê piştî ku Artêşa Tirkiyeyê kontrola Tel Ebyada li hemberî Eqçeqeleyê dikeve hilda destê xwe bêhna şêniyên Eqçeqeleyê jî derket û jiyana rojane jî bere bere berkemal dibe.

Niha zarok li kûçe û kolanên navçeyê digerin, dileyîzin û kêfa xwe dikin, welatî ji bo jiyana xwe ya rojane li derva ne û hewcedariyên xwe temîn dikin.

Dikandar û esnafên li Eqçeqeleyê jî dikanên xwe vekirin û alayên Tirkiyeyê bi kepenkên dikanên xwe va dalqandin.

- "Şêniyên Eqçeqeleyê her tim li cem dewleta xwe ne"

Îsmaîl Altin ê ku li nêzî sînor fêkî û sewzeyan difiroşe daxuyanî da û diyar kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê cihên sivîlan ji xwe ra wek hedef hilbijar û ji ber wê jî wî roja pêncşemiyê dikana xwe girt.

Altin ragihand ku piştî rizgarkirina Tel Ebyadê dilê wan rihet bû û wiha pê da çû: "Me îro dikana xwe ji nû va vekir. Eskerên me me ji wan terorîstan xilas kirin. Esnafên li vê derê dikanên xwe vekirin û herkes ji halê niha razî ye. Em ji dewleta xwe û eskerên xwe ra spas dikin."

Ji esnafên navçeyê Mehmet Demirtaş jî destnîşan kir ku şêniyên navçeya Eqçeqeleyê hertim li cem dewleta xwe cih digirin û wiha dewam kir: "Talankerên YPG/PKKê nikarin me bitirsînin. Em bi her awayî li cem dewleta xwe ne. Ji ber top û hewanên ku rêxistina terorê diavêt vî aliyî zarok ditirsiyan. Ji ber vê jî xaniyên li ser xeta sînor û yan jî nêzî sînor bûn hatin valakirin lê niha milet hêdî hêdî vedigere ser mal û milkên xwe."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 10:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE