Li Ercişê jî baxçeyê milet tê avakirin. hîmê baxçê hat danîn û xebat bênavber didomin. Cîgirşaredar Û Qeymeqamê Ercişê Mehmetbeyoğlu got “wê di demeke nêz de avakirina baxçeyê we biqede û xizmetê bide ercîşiyan.”
Bi projeya Serok Erdoğan li tevahiya welêt Baxçeyên Miletê tên avakirin.
Li Ercişa Vanê jî li ser 20 hezar û 480 metreçarçîk erdî baxçeyekî millet tê avakirin.
Dema xelas bibe wê li qada baxçe goleke biçûk, kafeterya, qadên spor û lîstikê, parkura bisikletê û cihên pîknîkê hebin.
Cîgirşaredar û Qeymeqamê Ercişê Nurî Mehmetbeyoğlu jî derbarê Baxçeyê Milet ê Erdîşê de agahî dan.
Got di demeke nêz de Erdîşî wê bi malî û malbatên xwe re karibin werin baxeçyê milet.
Cîgirşaredar û Qeymeqamê Ercişê Nuri Mehmetbeyoğlu: Li ser gotina birêz Serok Erdoğan me jî projeya baxçe çêkir û dest bi avakirinê kir. Me gotibû wê Erdîş xweştir bibe. Bi vê baweriyê ji bo xizmeta gelê xwe em bênavber dixebitin. Bahçeyê Milet wê di demeke kurt de ji bo xizmeta Erdîşiyan vebe. Ji bo vê jî em bi şev û roj dixebitin.